Şêwekar û Helbestvan Ekrem Zave
08.05.2010
Şêwekar û Helbestvan Ekrem Xelîl, yê ku bi navê Ekrem Zave tê naskirin û bi vî navî jî îmzeyên xwe li ser tabloyan dixîne di sala 1974 de li bajarê Rojavayê Kurdistanê Amûdê ji dayik bûye. Şêwekarî û hunera rengan di zaroktiya wî de bala wî kişandî. Lê ew ticar ne çûye ti dibistanên Hunerî, şêwekarî xwe bi xwe hînkirî û xwe pêş xistî. Di baweriya şêwekarê me de jiyan dibistana herî başe ku gelek baş mirovan hîn dike.
Ekrem Zave heya niha tevlî gelek pêşengehan bûye û gelek jî bi tenha xwe çêkirîye:
Pêşengehîn tenê:
li Hisiçe sala 2001, 2002 û sala 2008
li Amûdê sala 2008
li Laziqiyê sala 2009
Pêşengehên Tevlihev:
li Reqqe sala 2003 û 2004
li Hisiçe 2007
li Brîtanya, Pêşengeha Artiquea sala 2007
Tags:
Navdarên Kurd
Eyşe Şan
Eyşe Şan (1938 Amed-18.12.1996 İzmîr) stranbêjeke navdar a kurd e.
Di dîroka serhildana çand û hunera Kurdistanê de, yek ji wan hunermendên ku li diji siyaseta çewt û asimilasyona reş û bi hêza Kemalistan li bakurê Kurdistanê mina şêre jinekê li berxweda Eyşe Şan bû. Eyşe Şanê bi wi dengê xwe yê...
—————
Cegerxwîn
Cegerxwîn bi navê Şêxmûs ji dê û bavekî gundî-cotkar-belengaz di sala 1903'an de li gundê Hesarê hatiye cîhanê, ji yanzde xûşk û bira tenê sisê mane: Şêxmûs, Xelîl û Asya. Di sala 1918'an de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Di sala 1919'an de li gundê Bêdir-Memo...
—————
Mihemed Şêxo
Hunermendê kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li başûrê rojavayê welêt, li gundê Gîrbanîn ya Qamişloyê tê dinê. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Di zarokatîya wî da malbata wî koçber dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe. Li vir mirêbetîyê dike. Şêxo mezinê yanzdeh bira ye. Di sala...
—————
Seydayê Tîrêj
Mamoste û helbestvanê helbesta resen nemir Tîrêj di sala 1923´an de li parêzgeha Hisiçê, gundê Nicîmê hatiye dinê. Navê wî yê rastî Nayif e. Ew kurê Heso ye. Gava ew dibe şeş salî, bavê wî mala xwe koç dike û li gundê Sêmitikê bi cîwar dibin. Tîrêj li wê derê û li cem mele Birahîmê Golî, Qur'anê û...
—————
Mihemmed Arif Cizîrî | Cizîra Botan | 1912
Hunermendê bi nav û deng û dengxoş Mihemmed Arif Cizîrî di sala 1912'ê Zayînî li Cizîra Botan, cihê mêr maqûlên Kurd Mihemmed Arif bo ser dinê hevçax bo tevî Împaratoriya Osmanî û şerê êke cîhanî û qir kirin û kuştina bi kome Ermeniyan bi destê dewleta Usmaî ku bêhna xwînê tevlî şîrê dayka Mihemmed...